KurdFM Radyo Fed-Gel dê 15.05.2026(ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ) Saet: 15:15 Dest pê weşanê bike

Ji bo Reklam û Têkiliyê WHATSAAP ....An Jî.... TELEGRAM

FED-GEL ji bo Newroza Frankfûrtê bang kir





FED-GEL, ji bo pîrozbahiya Newrozê ya navendî ya Elmanyayê ku wê di 23'yê Adarê de li Frankfûrtê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. 

Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) derbarê pîrozbahiya Newrozê ya ku wê li Frankfûrtê pêk were daxuyaniyek weşand û banga tevlîbûnê li Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn kir.

FED-GEL, da xuyakirin ku di sala 50’î ya têkoşînê de hat îsbat kirin ku Newroz weke eniyeke berxwedan û îradeya azadiyê ku nayê vemirandin û wiha got, "Heta ku ewladên leheng ên gelê Kurdistanê yên xwedî li mîsyona dîrokî derketine li ber xwe bidin, agirê Newrozê wê li çiya, deşt û bajaran her bê vêxistin û geş bibe."

FED-GEL, bang li Kurdistaniyan kir ku beşdarî vê mîsyona dîrokî bibin, du jinên pêşeng Ronahî û Bêrîvan ên ku di sala 1994’an de ji bo şermezarkirina polîtîkayên dijî Kurdan ên dewleta Elman bedena xwe dan ber agir bibîr bînin û bi xurtî beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya di 23'yê Adarê de wê li Frankfûrtê bê lidarxistin bibin.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

WP TM