Di bin banê Fed-Gelê(Federasyona Gelên Kurdistanî) de xebata projeya avakirina radyoyekê hate meşandin û giha encamê. Radyo dê roja CEJNA ZIMANÊ KURDÎ 15.05.2026 demjimêra 15:15 dest bi weşanê bike. Rêveberiya radyoyê ev weke mizgîniya cejna ziman ragihand û her wisa ji bo piştevaniyê banga lêxwedîderketinê kir. Radyo dê bi bernameyên zindî û muzîkê weşana xwe her roj 24 demjimêran bike. Daxûyaniya rêveberiya radyoyê li jêr e.
MIZGÎNÎYA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ KURDFM
Radyo weke projeyekê ya Federasyona Gelên Kurdistanî ya Eyaleta Baden würtemberga Almanyayê hatiye amadekirin.
Di serdema dîjîtal û globalbûnê de, parastina çand û zimanê dayikê ji bo civakan wekî nefesgirtinê girîng e. Nexasim ji bo Kurdên ku li xerîbiyê li welatên Ewropayê dijîn, hebûna saziyên medyayê yên bi zimanê Kurdî dibe pireke xurt di navbera welat û xerîbiyê de. Radyoya KurdFM, bingeha xwe li dilê Kurdên Ewropayê girtiye, bi vê hişmendiyê û bi daxwaza xizmetkirina çanda û zimanê Kurdî Roja Cejna Zimanê Kurdî (15.05.2026/15:15) dest bi weşana xwe kiriye.