KurdFM Radyo Fed-Gel dê 15.05.2026(ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ) Saet: 15:15 Dest pê weşanê bike

Ji bo Reklam û Têkiliyê WHATSAAP ....An Jî.... TELEGRAM

Federasyona Gelên Kurdistanî kongreya xwe ya 6’emîn lidar xist



Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) ku li eyaletên Başûrê almanyayê kar dike, kongreya xwe ya asayî ya 7’emîn lidar xist.


Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut, Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok û ji Tevgera Ciwanan Barzan Amed ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin.

Rojnamevan Ferda Çetîn bal kişand ser şerê Rojhilata Navîn û anî ziman ku Rêber Apo pêvajoya aştiyê dimeşîne û got:

“Rêber Apo li şûna şer têkoşîna aştî û civakî da destpêkirin û dst bi parastina gelê me kir.

Rêber Apo pêvajoya aştiyê ji bo bidawîkirina zilm û neheqiya dewletê da destpêkirin.

Divê her kes beşdarî qonaxa nû ya têkoşînê bibe, têkoşîna me ya ji bo aştî û civaka demokratîk bilind bike.”

Piştî ku rapora pratîkî û rêxistinî ya du salan a federasyonê û raporên tevgerên jin û ciwanan hatin xwendin, delegeyan mafê axaftinê wergirtin û nirxandin kirin.

Piştre jî rêziknameya federasyonê yek bi yek hate xwendin û pêşkêşî dengdana delegeyan hate kirin.

Melîke keskîn û Lokman Hedil bûn hevserokên FED-GEL’ê

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

WP TM