KurdFM Radyo Fed-Gel dê 15.05.2026(ROJA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ) Saet: 15:15 Dest pê weşanê bike

Ji bo Reklam û Têkiliyê WHATSAAP ....An Jî.... TELEGRAM

MIZGÎNÎYA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ KURDFM

Di bin banê Fed-Gelê(Federasyona Gelên Kurdistanî) de xebata projeya avakirina radyoyekê hate meşandin û giha encamê. Radyo dê roja CEJNA ZIMANÊ KURDÎ 15.05.2026 demjimêra 15:15 dest bi weşanê bike. Rêveberiya radyoyê ev weke mizgîniya cejna ziman ragihand û her wisa ji bo piştevaniyê banga lêxwedîderketinê kir. Radyo dê bi bernameyên zindî û muzîkê weşana xwe her roj 24 demjimêran bike. Daxûyaniya rêveberiya radyoyê li jêr e.



MIZGÎNÎYA CEJNA ZIMANÊ KURDÎ KURDFM


Radyo weke projeyekê ya Federasyona Gelên Kurdistanî ya Eyaleta Baden würtemberga Almanyayê hatiye amadekirin.

Di serdema dîjîtal û globalbûnê de, parastina çand û zimanê dayikê ji bo civakan wekî nefesgirtinê girîng e. Nexasim ji bo Kurdên ku li xerîbiyê li welatên Ewropayê dijîn, hebûna saziyên medyayê yên bi zimanê Kurdî dibe pireke xurt di navbera welat û xerîbiyê de. Radyoya KurdFM, bingeha xwe li dilê Kurdên Ewropayê girtiye, bi vê hişmendiyê û bi daxwaza xizmetkirina çanda û zimanê Kurdî Roja Cejna Zimanê Kurdî (15.05.2026/15:15) dest bi weşana xwe kiriye.

 Armanca me ya sereke ne tenê weşandina muzîkê ye; em dixwazin bibin degê civaka xwe ya li diasporayê. Di weşanên me de, cih ji her rengê hunera Kurdî re heye. Em ê bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Zazakî weşanê bikin da ku her Kurdek li kîjan parçeyî be, xwe di nav weşanên me de bibîne.

 Radyoya KurdFM dibistana ziman e. Di bernameyên me yên çandî û hunerî de, em ê giranî bidin ser bikaranîna zimanekî zelal û dewlemend. Ji bo zarok û ciwanên kurd û taybetî yên li Ewropayê mezin dibin ji zimanê xwe dûr dikevin, radyoya me dibe derfetek ku ew guh bidin çîrok, metelok û dîroka gelê xwe. Di warê nûçeyan de jî, em ê her dem bi çavê civaka xwe li geşedanên cîhanê û yên Kurdistanê binêrin û nûçeyên rast û bealî bighînin guhdarên xwe.

 Bi saya teknolojiya îroyîn, radyoya me dê bi rêya înternet û sepanên mobîl, li her derê cîhanê bê guhdarkirin. Lê armanceke me jî, em demên pêş de ger guhdarvanî û piştevanî hebe weşana xwe bi înternetê re li ser frekansên antenê jî bikin. Helbet di pêkanîna vê armancê de xala sereke û diyarker lêxwedîderketina gelê me ye. Werin em bi hev re çand û zimanê xwe li xerîbiyê zindî bihêlin û dengê Kurdî li asîmanê cihanê û taybetlî li Ewropayê bilind bikin.


Em hêvîdarin hemû Kurd û heskiriyên Kurdî li Radyoya XWE xwedî derkevin.


Rêveberiya KurdFM Radyo Fed-Gel



Ji bo bi riya malpera Fed-Gelê guhdarkirinê PÊL VIR BIKIN an jî bi telefona xwe koda QR a li jêr bidin xwendin.

Keine Kommentare:

Kommentar veröffentlichen

WP TM